PeyamaKurd – Serokomariya welatê Fînlandayê ciwanekî Kurd ku di sala 2018an de, jinek ji mirinê rizgar kiribû, xelat kir.
Ciwanê Kurd ê bi navê Şaxewan Fatih Farac, ji aliyê serokomariya Fînlandayê ve bi xelata ‘rêzgirtin û wêrekiyê’ hat xelatkirin.
Hat zanîn ku merasîma xelatdayînê roja 5ê Mijdarê hatiye lidarxistin û 4 kesan xelat wergirtiye ku yek ji wan Şaxewan Fatih Farac bûye.
Farac sala 2018an jineke ku rastî êrîşeke bi kêran hatibû rizgar kiribû û di wê bûyerê de jiyana xwe jî xistibû xeteriyê.
Şaxewan Farac kurdekî ji Kerkûkê yê jidayikbûyê sila 1981ê ye û ji sala 2015an ve jî li Fînlandê jiyana xwe dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin