PeyamaKurd – Hêzên Rûsyayê, sîstema moşekî S-300 li balafirxaneya Tebqayê bi cih kir.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrî belav kir, hêzên Rûsyayê sîstema moşekî ya S-300 li balafirxaneya Tebqa ya li rojavayê parêzgeha Reqayê bi cih kir.
Li gor zanyariyên Rewangehê, Rûsya di dema dawî de hêzeke mezin şandiye bakurê rojhilatê Sûriyê û manorayên leşkerî ligel hêzên rêjîmê encam dide.
Rewangehê herwiha diyar kir, Rûsyayê hejmarek ji helîkopteran jî li balafirxaneya Tebqayê bi cih kiriye û di van du rojên dawî de tevgereke zêde ya firîna helîkopteran heye.
Di berdewamiyê de amaje bi wê jî da, roja 4ê vê mehê hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê gihîştin navçeya Eyn Îsa ya li gundewarê bakurê Reqayê ku di nav de çekên meydanî û giran hebûn.
Di dema dawî de rayedarên Tirkiyeyê gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwin û ligel komên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê, amadekariyan ji bo wê operasyonê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin