Serokê Belarûsê biryar da koçberên ser sînor vegerînin welatên wan

Serokê Belarûsê biryar da koçberên ser sînor vegerînin welatên wan

PeyamaKurd – Di demeke ku krîza koçberan a li ser sînorên Belarûs û Polonyayê berdewam dike û Yekîtiya Ewropa behsa sizakirina Belarûsê dike de, Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko, biryara vegerandina koçberan bo welatên wan da.

Lukaşenko îro Duşemê 15ê Mijdara 2021ê ragihand, welatê wî li ser vegerandina koçberan ji bo welatên wan dixebite ku piraniya wan xelkê Rojhilata Navîn in û hatine Belarûsê.

Ajansa AFP da xuyakirin ku Serokê Belarusê biryar daye, koçberên ku li ser sînorê Belarus û Polonyayê asê mane, vegerînin welatên wan.

Herwiha ajansa fermî ya Belarûsê jî ragihandiye, Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko biryar daye li ser wê yekê bixebite ku koçberên li ser sînorê Belarus û Polonyayê razî bike daku vegerin welatên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin