Mesrûr Barzanî: Sînema dikare roleke bi bandor di proseya hisyarkirina civakê de bibîne

Mesrûr Barzanî: Sînema dikare roleke bi bandor di proseya hisyarkirina civakê de bibîne

PeyamaKurd - 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê îro 15ê Mijdarê bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de gotarek pêşkeş kir.

Mesrûr Barzanî di merasîmê de got, li gor karînan her  piştevaniyeke madî û manewî pêşkêşî karê hunerî dikin û pabend in bi pêşxistina kultur û hunerê, lê mixabin ew karesatên bi serê Kurdan de hatine, wek pêwîst di sînemayê de reng venedaye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de pêşwazî li mêvanan kir û got: “Min bihîst ku tîmeke hunermend û sînemakarên Afganî li vir in, bixêrhatina germ li wan dikim, ji ber ku rewşa welatê wan jî wek ya welatê me dijwar e.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Cihê dilxweşiyê ye, di vê festîvalê de sînemakarên Herêma Kurdistanê û cîhanê beşdar in. Ev cure festival, deriyên girîng in ji bo pêşketina sînema, huner û nasandina Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Sînema dikare roleke bi bandor di proseya hişyarkirina civakê de bibîne.”

Serokwezîr Barzanî di berdewamê de got: “Gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de, rastî bi dehan karesat, jenosayd, siyaseta nijadperestiyê û qirkirinê hatiye. Di pêncî salên borî de, tawanên hovane li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, lê mixabin ev tawan û dîroka trajedî ya gelê Kurdistanê, wek tê pêwîst di sînameyê de reng venedaye.”

Herwiha got: “Di dîroka gelê Kurdistanê de, bi sedan dastanên mêrxazî û qehremaniyê hene û gelek serkirde, rêber, kesayetî û welatparêz hene ku hêjayî wê yekê ne bibin mijarên sînema û kar li ser werin kirin.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de bal kişand ser wê yekê ku cografya û xwezaya Herêma Kurdistanê ji bo kişandina gelek fîlmên sînemayê guncaw e û di wê derbarê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sinemakaran dike ku bên wêneyên xwezaya Herêma Kurdistanê bigirin û em amade ne her hevkarî û pêştevaniyekê ji wan bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin