PeyamaKurd - Nasnameyên komek qurbaniyên jenosîda gundê Koço yê Şingalê hat eşkere kirin.
Li gorî zanyariyên dawî ku yek ji mexdûrê jenosîda gundê Koço yê Şingalê bi navê Elyas Salih Qasim ku di goreke bi kom de bi birîndarî xilas bibû dane, nasnameyên 41 kesên ku roja 15 Tebaxa sala 2014an ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn komkujkirin û di gorên bi kom de hatibûn veşartin, eşkere bûye.
Elyas Salih Qasim daye zanîn, rufatên wan kesan niha li Bexdayê ne û dê çend rojên din teslîmî malbatên wan bê kirin û li goristana gundê Koço bên veşartin.
Herwiha hat diyarkirin ku beriya niha jî nasnameya 104 rufatên din ku ji gorên bi kom yên Koço hatibûn derxistin, eşkere bûye.
Terorîstên DAIŞê 15ê Tebaxa 2014an zêdetirî 500 kes li gundê Koço yê Şingalê komkuj kiribûn û xistibûn nav 15 gorên bi kom. Heta niha beşek ji wan goran hatine vekirin û bi dehan rufat ji nav wan goran hatine derxistin û ji bo naskirina nasnameyên wan şandine Bexdayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin