PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 46 endamên serkirdayetiya YNKê ji postên wan dûr xistin û wê ew di organa bi navê (encûmena çavdêriyê) de werin komkirin.
Li gorî zanyariyên medya nêzîkî YNKê, wê encûmena çavdêriyê organa nû ya YNKê be û wê ew organ çavdêriya karûbarên encûmena serkirdayetiya YNKê bikin.
Beriya niha jî Hevserokê YNKê Bafil Talebanî hejmarek endamên serkirdayetiya YNKê ji hizbe dûr xistibûn û derbarê organên hizbê de çend biryarên nû dabûn.
Herwiha endamê serkirdayetiya YNKê Dr. Mîran Mihemed ku berê nêzîkî Lahûr Cengî bû jî ji medyaya hizba xwe re eşkere kiriye wê YNK heta ew guertinên li gorî Bafil Talebanî bawer dike ku baş in, wê wan guhertinan pêk bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin