PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku li hember herdu îtifaqên Cumhur û Milet ên hilbijartinên Tirkiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dest bi xebatên tifaqa sêyemîn kiriye.
Li gorî zanyariyan, wê HDPê wekî tifaqa sêyem a hilbijartinan bi partiyên çepên Tirk re hevpeymaniyekê damezrîne ku destpêkê partiya Kominîst a Tirkiyê û Partiya Çep li xwe digire.
Herwiha tê gotin ku wê partiyên tifaqa bi pêşengiya HDPê di hilbijartinên parlamentoyê de bi serê xwe bikevin hilbijartinan, lê di hilbijartina seroktiyê de jî wê piştgiriyê bidin heman namzedî.
Niha li Tirkiyê du tifaqên partiyan ên hilbijartinê hene ku ew jî Tifaqa Cumhur ji AKP û MHPê pêk tê, Tifa Milet jî ji partiyên CHP, IYIP û Saadetê pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin