PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Forûma Dîyaloga Menama 2021ê ya li Behreynê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, Amerîkayê soz daye ku wê piştgirî û alîkariya Pêşmerge berdewam bike û got, “Amerîka li herêmê dimîne.”
Mesrûr Barzanî bibîr xist ku di çarçova korbendê de ew beşdarî çendîn, dîdar, panel û civînên dualî bûne û diyar kir, civîn jî li ser çawaniya parastina asayişa navçeyê û rûbirûbûna astengiyan bûn û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di civînan de li ser van mijaran boçûnên xwe derbirîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, welatên cîhanê ji wê yekê têgihiştin ku pirsa asayiş û terorê, girêdayî hemû welatên navçeyê ye û Kurdistan dikare bibe dergehek ji bo ku rewşa Iraqê ber bi başiyê ve biçe.
Mesrûr Barzanî tekez kir, di civîn û panelan de derket holê ku Herêma Kurdistanê li herêmê roleke girîng heye û welatên cîhanê girîngî bi asayişa Iraq û Herêma Kurdistanê didin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser civîna li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin jî got, Amerîkayê soz da ku berdewam be li ser alîkariya Pêşmerge û hebûna wan (Amerîka) li herêmê wê berdewam be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin