PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde piştî serdan û hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî dibêje, ew bi dîtina Serok Mesûd Barzanî kêfxweş bûye.
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde, îro Sêşemê di çarçoveya serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, li Selahedîn bi Serok Barzanî re hevdîtinek pêk anî.
Ann Linde li ser wê hevdîtina xwe li ser twitterê peyamek belav kir û got, ew bi dîtina Serok Barzanî kêfxweş bûye û daye zanîn, ew li ser pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê axivî ne.
Wezîra Swêdî daye xuyakirin, di civînê de behsa pêwîstiya çaksaziyê û hemahengî û alîkariya nêzîk û demdirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de jî hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin