Parlamentoya Kurdistanê îro dicive

Parlamentoya Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê, îro dicive û wê xwendina duyem a du projeyasayan bike.

Biryar e îro 24.11.2021ê di saet 11:00an de, Parlamentoya Kurdistanê rûniştina asayî ya hejmara 8a demsala payîzê ya sala sêyem ji dema pêncem a hilbijartinê birêve bibe.

Bernameya kar a civînê jî wiha ye:

Xwendina duyem ji bo wan projeyasayan wê bên kirin:

1 – Şîrketên ewlehiyê yên taybet li Herêma Kurdistan – Iraq

2 – Serpereştîkirin aprojeyên kiştûkaliyê li Herêma Kurdistanê.  

Ji aliyê din ve Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî wê di rûniştina îro ya civîna Parlamentoya Kurdistanê de amade be,

Herwiha li gor zanyariyan, projeyasaya şîrketên ewlehiyê ji aliyê Hikûmetê ve ji Parlamentoya Kurdistanê re hatiye şandin û proje çarçoveya çaksaziyên kabîneya nehem de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin