PeyamaKurd - Li bajarokê Korikê yê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê serwîsa xwendekaran qulibû û di encamê de 6 xwendekar birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, îro Pêncşemê 25ê Mijdara 2021ê li ser rêya Korik-Sincikê nêzîkî gundê Teymenlî çêbû minîbusa serwîsa xwendekaran di bûyereke trafîkê de ji rê derket û wergeriya.
Hat ragihandin, di bûyerê de, şofêr Kadir Kelepçe û xwendekarên keç ên di nav otomobîlê de bi navên Dilara K. (16), Duygu T. (19), Hêlîn K. (15), Aynur O. (17) û Berfîn K. (23) birîndar bûn.
Birîndar ji soNexweşxaneya Dewletê ya Korikê hatine veguhestin û li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin