PeyamaKurd –Li bajarên Kurdistanê li Qersê û Ardaxanê barîna berfê û cemed çûnûhata alavan dixe talûkê. Ajotvan li deverên bilind bi zahmetî dikarin erebeyên xwe bajon.
Li ser rêya navçên Hanak- Damalê yên bi ser bajarê Ardaxanê bi sedema rê cemed girtibû TIR ekî ji ser rê şemitî. Li ser rêyên Qers-Ardaxanê, Qers-Ixdir û Qers-Goleyê bi sedema barîna berfa zêde û mijê ajotvan gelek bi zahmetî dikarin herin.
Hinek ajotvan alavên xwe birin benzînxaneyan û rawestiyan. Tîmên vekirina rê dest bi xebatên xwe yên vekirina rê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin