PeyamaKurd – Rêveberiya Saziya Keşûhewayê ya Herêmê, hişyariya berf û bahozê li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê da û bang li welatiyan kir ku tedbîrên xwe werbigrin.
Rêveberiya Saziya Keşûhewayê ya Herêmê derbarê egera berf û bahozê de daxuyaniyek belav kir û tê texmînkirin ku ji saetên nîvro û pê ve li hemû parêzgehên herêmê bahozeke bi hêza 70 û 100 kîlometreyî çêbibe û ji bo bûyerên wek hilweşîna serban, jehrîbûna gaza sobê, ketina dar û stûnan divê welatî hişyar bin.
Di daxuyaniyê de derbarê rewşa hewayê de jî tê gotin, li gor şert û mercên demsalê germa di navbera 6 û 10 pileyan de wê zêde bibe û tê texmînkirin germahî li Colemêrgê 17, li Wanê 15, li Muş û Bedlîsê jî 14 pile be.
Li Stenbol û hejmarek parêzgehên din ên Tirkiyê jî 29ê Mijdara 2021ê bahoz rabû û di encamê de 4 welatiyan can dan û 38 kes jî birîndar bûn û zerareke zêde ya madî jî çêbû, herwiha li 10 parêzgehan ji ber bahozê dibistan rojekê hatin rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin