PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Kanûnê roja Yekşemê pêşwazî li siyasetmedarê serbixwe yê Iraqê Izet Şahbender kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ya 10ê Cotmeha borî hatin guftûgokirin.
Herwiha di civînê de her du aliyan ronahî xistin ser rêçareyên ji bo derbaskirina krîz û qeyranên di nava proseya siyasî ya Iraqê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin