PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl destnîşan kir, DAIŞ sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de heye dibîne.
Yehya Resûl bi daxuyaniyekê ragihand, DAIŞ sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de heye dibîne û piraniya kiryaran li wan navçeyan dike.
Yehya Resûl piştî zêdebûna êrîşên çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ev daxuyanî da ku şeva 2yê vê mehê DAIŞê êrîşî ser gundê Xidircîcê yê Mexmûrê kiribû û di encamê de 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûbûn û 4 kesên din jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin