PeyamaKurd – Li payîtext Londra Îgîltere nêzî Qesra Kensingtonê dengê teqînên sîlihan hat û hat ragihandin ku teqîn ji pevçûna navbera polîs û gumanbarekî hatiye. Kesê gumanbar bi sîlih hat kuştin. Nêzî qesrê 3 cara dengê teqînên xwurt hatiye. Li ser bûyerê rêyên ku diçin qesrê temamê wan ji bo çûnûhatê hatine girtin.
Polîsê Metropolitan ragihandiye ku siet di 15.00 ê bi wextê Londrayê nêzî Qesra Kensingtonê kesekî bi sîlih ketiye bankayê û li ser îxbarê polîs çûne ciyê bûyerê. Gumanbar xwestiye li erebeyekî siwar bibe û bireve lê paşî areba wî dane rawestandin û di navbera wan de pevçûn derketiye. Piştî gumanbar birîndar bûye xwestine wî rizgar bikin lê gumanbar can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin