PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve, du gundên Aşûriyan li gundewarê bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Li gorî ragihandina berpirsên Encûmena Leşkerî ya Til Temirê, hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê, du gundên Aşûriyan li gundewarê bajarokê Til Temir topbaran kirin.
Hat diyarkirin ku gundên hatine topbarankirin Til Şinan û Til Cumaa yên Aşûrînişîn in û herwiha gundê Derdare jî hatiye topbaran kirin ku ji bilî ziyanî madî ti ziyanên canî çênebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin