Hevpeymaniyê ragihand: Li Helebce serkirdeyekî DAISê hat desteserkirin

Hevpeymaniyê ragihand: Li Helebce serkirdeyekî DAISê hat desteserkirin

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê hatiyee desteserkirin.

Hevpeymaniya Navdewletî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir, hêzên ewlehiyê di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê desteser kirin.

Hevpeymaniya Navdewletî da zanîn, ev operasyon ji bo rêgirtina li têkbirina ewlehî û veguhestina terorîstan e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 8ê Kanûnê jî hêzên ewlehiyê di operasyonekê de hejmarek DAIŞî li parêzgeha Helebceyê destser kiribûn.

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê ragihandiye, roja 8ê Kanûna 2021ê hejmarek terorîstên DAIŞê ligel çek û teqemenî li parêzgeha Helebce, Seyid Sadiq, Xurmal, Sîrwan û çend gundê Şarezorê hatine desteserkirin ku plana wan a kiryarên terorîstî hebû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin