Li Herêma Kurdistanê ‘Banka Qanûnan’ a elektronîkî hat damezrandin

Li Herêma Kurdistanê ‘Banka Qanûnan’ a elektronîkî hat damezrandin

PeyamaKurd - Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq eşkere kir, li Kurdistanê “Banka Qanûnan” hatiye damezirandin.

Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq îro di merasîmekê de ku endamên din yên desteya serokatiya parlementoyê, gelek parlementer û berpirsên siyasî û hizbî tê de beşdarî kirin ragihand; wan piştî xebateke dirêj karîne navendekê ji bo komkirin û arşîvkirina tevahiya qanûn û yasayên ku li Herêma Kurdistanê têne bicihanîn ava bikin.

Rêwaz Fayîq got, xebatên avakirina wê navendê ji par havînê ve dest pê kiribûn lê ji ber hinek kêmasiyan hinekî derenk ketibû.

Seroka parlementoya Kurdistanê diyar kir, di navenda komkirin û arşîvkirina qanûnan de ku mîna Banka Qanûnan e jî, dê tevahiya qanûn û yasayên ku li Herêma Kurdistanê têne cîbicîkirin, bêne komkirin û arşîvkirin. Sîstema karê wê navendê jî dê bi temamî elektironîk be û her kesê bixwaze agahiyan li ser qanûnekê yan jî bendekê werbigire, dikare serdana wir bike û agahiyên dilxwazên xwe bi dest bîne.

Fayîq daye zanîn, ew navend dê qanûn û yasayan arşîv bike û biparêze. Banka han dê hişyariya yasayî jî li Kurdistanê pêş bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin