Li Kampa Holê cenazeyekî koçbereke Sûrî hat dîtin

Li Kampa Holê cenazeyekî koçbereke Sûrî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya rojhilatê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, cenazeyekî koçbereke Sûrî hat dîtin.

Li gor çavkaniyên ewlekariyê ji medyaya xwecihî re diyar kirine, cenazeyê koçbereke Sûrî bi navê Letîfe Silêman a temen 36 salî ku xelka Helebê ye, li kerta 5 a taybet bi Sûriyan li Kampa Holê hat dîtin.

Heman çavkanî eşkere dike, ew koçbera Sûrî bi alaveke tûj hatiye kuştin. Herî dawî roja 9ê vê mehê jî, cenazeyê koçbereke Iraqî ku bi guleyan hatibû kuştin, hatibû dîtin.

Ji destpêka îsal ve û heya niha, ji 90î zêdetir bûyerên kuştinê li Kampa Holê çêbûne, piraniya wan koçberên Iraqî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin