PeyamaKurd - Serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher, derbarê aloziya Rojhilatê Behra Spî de ku di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de berdewam dike, daxuyanî da.
Gerard Larcher piştî hevdîtina li Atînayê ya ligel Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, di hevpeyvîneke ligel rojnameya Yûnan Kathimerini de got, Behra Spî ne ya Tirk e û piştevaniya xwe bo Yûnanistanê anî ziman.
Larcher herwiha hevkariya Fransa û Yûnanistanê wekî hokara îstiqrarê li herêmê bi nav kir û wiha axivî:
“Rojhilatê Behra Spî û tevahiya Behra Spî ne behra Tirk e. Ji hêla etîmolojîk ve ya me ye û em hemû cîranên beravên Behra Spî ne. Ji bo seqamgeriya li Rojhilatê Behra Spî pêdiviya me bi taybetî jî bi Yûnanistanê heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin