PeyamaKurd – Reveberiya Keş û Hewayê ji bo parêzgehên Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, hişyariya berf û baranê da.
Reveberiya Keş û Hewayê bi daxuyaniyekê da zanîn, li parêzgehê Mûş, Colemêrg û Bedlîsê tê texmînkirin ku berf û baraneke zêde bibare. Li gor pêşbiniyê pileya germê li Mûşê 0, li Colemêrg û Bedlîsê jî wê 2 be.
Saziya Keş û Hewayê derbarê barana zêde û berfê welatî hişyar kir û eşkere kir, ji bo lehî, qeşa û berfê tedbîrên xwe werbigrin.
Li piraniya parêzgehên çar perçe Kurdistanê pileya germê daketiye û ji ber baran û berfa zêde lehî rabûye. Li parêzgeha Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê ji ber lehiyê 8 kesan can dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin