PeyamaKurd – Di rapora terorîzmê ya sala 2020an ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kiriye de hat gotin ku ‘Tirkiye ji bo şervanên terorîst ên biyanî çavkanî û welatê transît e’.
Di beşeke raporê de behas rêxistinên PKK, DHKP/C û DAIŞê li nav sînorên Tirkiyê tê kirin û herwiha li ser kesên beşdarî rêxistinên terorî yên wekî DAIŞê li Sûriye û Iraqê dibin jî hûrgilî hatine belav kirin.
Li gorî raporê, ji bo şervanên biyanî yên beşdarî nav rêxistinên terorî yên li Sûriye û Iraqê dibin, Tirkiye bûye çavkanî û welatê transît ku bi ser de derbas dibin.
Herwiha hatiye diyarkirin, li gorî amarên Wezareta Navxwe, Tirkiyê heta meha Kanûna 2015an ji ber girêdana wan a bi terorê re 8 hezar û 143 kes dersînor kirine û di lîsteya qedexeya ketina hûndirê Tirkiyê de jî navê 100 hezar kesan hatiye tomarkirin.
Di raporê de, tê gotin ku ji bilî girtinên bi tohmeta FETOyê di sala 2020an de jî girtinên siyasetmedaran ên bi hinceta pêwendiyên ligel PKKê berdewam kiriye û hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyê pênaseya terorê gelekî berfireh e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin