UNAMI: Em sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikin

UNAMI: Em sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikin

PeyamaKurd – Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) bi peyamekê, hevsoziya xwe ji bo qurbaniyên lehiya Hewlêrê nîşan da û hêviya başbûna zû ji birîndaran re xwest.

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê li ser Twittera peyamek belav kir û eşkere kir: “UNAMI bi nîgeranî nûçeya lehiyên Herêma Kurdistanê bihîst. Em sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikin û hevxemî û hevsoziya xwe bi wan radigihînin ku ziyan gihîşt mal û kelûpelên wan. Herwiha hêviya başbûna zû ji birîndaran re dixwazin.”

Ev di demekê de ye, li Hewlêrê ji pêr bi şevê û heta do sibê baraneke xurt bariya û lehî li hin cihên Hewlêrê rabû, av derbasî hin malan bû û beşek ji rêyan hatin girtin, ji bilî ziyanên madî jî, 12 kesan can dest dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin