PeyamaKurd – Li welatê Cezayîrê piştî serketina tîma netewî ya futbolê li hember Tûnisê û bidestxistina şampiyoniya Kûpa Ereb a FIFAyê pîrozbahî hatin kirin.
Hêzên Berevaniya Sivîl ên Cezayîrê ragihand ku di pîrozbahiyên şeva borî yên şampiyoniyê de 2 kes mirine û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûne.
Tîma futbolê ya Cezayîrê doh 18ê Kanûnê li Qeterê di fînala Kûpa Ereb a FIFAyê de, bi encama 2-0 tîma Tûnisê têk bir û cara yekem bû şampiyon.
Piştî şampiyoniyê gelê Cezayîrê derket kolanan û heta derengiya şevê ew serkeftin pîroz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin