PeyamaKurd – Serokê Çeçenistanê Remezan Kadirov gef li Tirkiyê xwar û got, “Em ê jî peykerê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Çeçenistanê çêkin û deynin.”
Serokê Çeçenîstanê li beramber vekirina Parka Dudayev li parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê, nerazîbûna xwe nîşan da û gef li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwar.
Serokê Çeçenîstanê Remezan Kadirov, Tirkiye bi piştgirîkirina terorîstan tohmetbar kir û diyar kir: “Li beramber vekirina parkeke bi navê Cewher Dudayev, em ê jî li Çeçenîstanê peykerê Ocalan çêkin û deynin.”
Kadirov eşkere dike: “Li gor me bi çêkirina peykerekî li bajarê Grozny dana şerefa nemiriyê ji bo damezrênerê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan ku niha li yek ji girtîgehên Tirkiyê cezayê heta hetayê zîndankirin li ser hatiye ferzkirin, heta bibêjî lojîkî ye. Di warê siyasî de jî tam karvedan e.”
Parka Cewher Dudayev neh meh berî niha ji aliyê Şaredariya Korfezê ya Kocaelî ve hat çêkirin û hefteya borî hat vekirin. Dudayev, 11/12/1994an cîhad li dijî Rûsyayê ragihand. Piştre roja 21/04/1996an di şerekî de hat kuştin. Tirkiye Dudayev wek dostê xwe dibîne.
Ev di demekê de ye ku Çeçenîstan Dudayev wek terorîst û têkder bi nav dike. Serokê Çeçenîstanê li beramber wê parka ku bi navê Dudayev hatiye vekirin, gefa çêkirina peykerê Ocalan li Çeçenîstanê dixwe, di demekê de ku Tirk Ocalan wek “Terorîst” binav dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin