Rûsya û Ûkrayna li ser agirbesa Herêma Donbasê lihev kirin

Rûsya û Ûkrayna li ser agirbesa Herêma Donbasê lihev kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya û Ûkrayna li gor peymana sala 2020 an ya ku li ser herêma Donbasê îmze kiribûn car din lihev kirine. Nûçe ji aliyê BBC yê de hat ragihandin û weka çavkanî şiroveyên nûnerê serokê dewleta Ûkraynayê Andriy Yermak nîşan dan

Yermak ragihand ku bi navbeynkariya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Awrûpayê her dû alî gihane encama peymana sala 2020 an. Li ser peymana agirbesê rêvebirekî Ûkraynayê ku nexwestiye navê wî bê gotin weha gotiye:

“Em hêvî dikin ku wexta Noela pêşiya me bê xirecir û aram derbas bibe.”

Ûkrayna û welatên rojava ragihandibûn ku Rûsya sed hezar leşker xistiye ser sînorê Ûkraynayê û wê Rûsya di dawiya salê de Ûkraynayê îşxal bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin