Serokomarê berê yê Yûnanistanê koça dawî kir

Serokomarê berê yê Yûnanistanê koça dawî kir

PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Yûnanistanê û wezîrê derve yê berê wî welatî Karolos Papulyas koça dawî kir.

Karolos Papulyas di salên 2005-2015an de serokomarî û ji partiya sosyalîst PASOKê jî di navbera salên 1985-1989 û 1993-1996an de wezîrtiya derve kiribû.

Serokomara Yûnanistanê Katerina Sakellaropoulou, koça dawî ya Papulyas ragihand û bal kişand ser têkoşîna wî ya di şerê duyem ê Cîhanê de ya dijî rejîma Hîtler û dagirkeriya Nazîyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin