PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafan li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Di rapora Baroya Diyarbekirê de tê gotin, bi zêdebûna girtiyan re binpêkirinên mafan jî zêde dibin û ‘Girtîgeh bûne navendên îşkenceyê’.
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Diyarbekirê rapora binpêkirinên mafan ên sala 2021ê li girtîgehan bi civîneke rojnamevanî eşkere kir.
Endama Komîsyonê Parêzer Gîzem Mîran di civînê de got, girtîgeh yek ji cihên herî zêde binpêkirinên mafan li wan pêk tê ne û da zanîn, bi zêdebûna hejmara girtiyan re binpêkirin jî zêdetir dibin.
Gîzem Mîran bal kişand ser rapora ku Miduriyeta Giştî ya Girîgehên Tirkiyê ku di meha borî belav kiriye û wiha axivî: "Miduriyetê bi amarên belav kirine dibêje, bi giştî 295 hezar û 754 girtî hene. Li gorî daxuyaniyên hatine dayîn jî em fêm dikin ku li beramberî zêdebûna girtiyan wê jimara girtîgehan jî zêde bikin. Li her derê girtîgehan çêdikin û li dijî girtinê tu pêşniyarên din nayên kirin. Binpêkirinên mafan, îşkence û nêzîkatiyên şikandina vîna kesan her ku diçe zêde dibin. Her çiqasî ku dezgeh û komeleyên sivîl zanyarî li ser van binpêkirinên mafan parve kirine jî ji aliyê çareseriyê ve gavek nehatiye avêtin.”
Mîran herwiha diyar kir: "Li gorî qanûnên girtîgehê yên navnetewî û Tirkiyeyê jî pêwîste kesên ku nikarin pêdiviyên xwe yên şexsî û jiyanî pêk bînin, infaza wan were paşxistin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin