Kazaxistanê cezayê îdamê bi temamî ji nav yasayên xwe derxist

Kazaxistanê cezayê îdamê bi temamî ji nav yasayên xwe derxist

PeyamaKurd - Serokomarê Kazaxistanê Qasim Comart Toqayêv, ragihand ku cezayê îdamê ji nav temamê yasayên welatê wan hatiye derxistin.

Parlamena Kazaxistanê reşnivîsa projeqanûna derxistina cezayê îdamkirinê ji yasayên cezakirinê pesedend kir û Serokomarê  Kazaxistanê Qasim Comart Toqayêv jî ew qanûna derxistina cezayê îdamê ji nav yasayan îmze kir.

Toqayêv daye xuyakirin ku wan ev biryar di çarçoveya pabendbûna Kazaxistanê ya mafê medenî û siyasî yê Neteweyên Yekbûyî daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dadgehên Kazaxistanê ji sala 2004an ve hikmê îdamê dabûn rawestdandin û herî dawî kesekî li Almatayê bi cezayê îdamê hatibû sizadan jî cezayê wî bo girtina heta hetayê hatibû guhertin.

Heta niha li cîhanê 108 welatan hikmê îdamkirinê bi tevahû ji nav yasayên xwe derxistine û 28 welatan jî bicihkirina hikmê îdamê hilweşandine.

Niha di cezayê îdamê de Îran û Çîn serî dikişînin û rejîma Îranê piştî Çînê zêdetirîn rêjeya îdamkirinan li xwe digre. Rejîma Îranê sala borî bi kêmî 246 kes îdam kiribûn û sala 2019an jî ew rêje zêdetirî 251 kesan bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin