PeyamaKurd – Şeva borî li taxa Serçinar a Silêmaniyê şer û pevçûn di navbera hêzeke asayîşê û çend kesan de rû da.
Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê daye xuyakirin ku, hêza asayîşa Silêmaniyê bi armanca desteserkirina çend tohmetbaran çûne taxa Serçinarê û li wir rastî êrîşa tohmetbaran hatine ku di encama şer û pevçûnê de kesek birîndar bûye û tohmetbar jî reviyane.
Hat diyarkirin, kesên fermana desteserkirina wan hebû teqe li hêza asayîşê kirine û ber bi cihekî nediyar ve reviyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin