Kiliçdaroglu bersiva lihevhelalkirinê ya bo ‘Komkujiya Dersîmê’ da: Ji dîroknasan bipirsin!

Kiliçdaroglu bersiva lihevhelalkirinê ya bo ‘Komkujiya Dersîmê’ da: Ji dîroknasan bipirsin!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu, li Enqerê di civînekê de bersiva rojnamevanan a li ser Komkujiya Ermenan û ya Dersîmê da.

Kilicdaroglu ser pirsa; ‘li ser vê erdnîgariyê di êşên hatine kişandin de, yên sereke qetlîama Ermenan a 1915an û Terteleya Dersîmê ya 19338an tên. Gelo bangewaziya we ya lihevhelalkirinê van jî li xwe digire?’

Kiliçdaroglu wekî bersiv wiha got: "Ji xwe serokomar ji bo bûyerê 1935-38an lêborîn xwest û divê hemû belgeyên wê heyamê deynin ber destê dîroknasan. Em rastiyan bibînin, bêyî dîtina wê mirov nikare tiştekî bibêje. Derbarê bûyerên Ermenan de jî divê dîroknas lêkolînê bikin. Niha rast nabînin ew bibin mijara siyaseta germ a îro… Em nebin êsîrê hestên xwe, aqilê me çi dibêje li gorî wê em tevbigerin. Divê bi aqil em dahatuyekê ava bikin û bi xetayên xwe yên berê re rûbirûbûnê bikin.”

Kilicdaroglu li ser gefên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê derketina kuçeyan de jî got, “Erdogan dixwaze em derkevin kuçeyan, lê em ê dernekevin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin