PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Mihemed Mesûm belav kir arasteyî Fuad Mesûm kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ji bo koça dawiyê ya birayê we, xwedêjêrazî Mihemed Mesûm, pirse û sersaxiyê li we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Xwedayê mîhreban giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bi we û malbata we bibexişîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin