PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser peydabûna varyanta Omicronê ya Kovid-19 ê ku li bajarê Duhokê hat dîtin, di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Cûreya Omicronê ya ku li Duhokê peyda bû bi endîşeye. Di vê mijarê de wezareta tenduristiyê hat wezîfedarkirin û ji bo pêşdebirina tedbîran çi pêwsit be, wê bêkirin. Ez bang li xelkê Kurdistanê dikim da herkes li pey qaîde û tedbîran here û deqandina xwe ya Kovid-19 ê bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin