Meytê jina ducanî ya li Polonyayê can dabû gihîst Zaxoyê

Meytê jina ducanî ya li Polonyayê can dabû gihîst Zaxoyê

PeyamaKurd – Bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, meytê jina bi navê Evîn Îrfan ya 39 salî, dayîka 5 zarokan û ducanî bû û roja 3-4.12.2021ê li Polonyayê can dabû, gihîşt îdareya serbixwe ya Zaxoyê.

Li gor pismamê Evîn Îrfan, Rîbar Ferîd do diyar kiriye: “Roja 04.10.2021, keçmama me ya bi navê Evîn Îrfan li gel hevjîn û 5 zarokan ve çûbûn Belarûsê û ji wê derê jî ji bo bigîhin Polonyayê hewl didin. Lê ji ber ducanî bû, tenduristiya wê têk çûbû û li Polonyayê can dabû.”

Rîbar Ferîd eşkere kiriye: “Herwiha, dema Evînê can daye, mebi rêya çend saziyan daxwaz ji serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ji bo meytê wê bê veguhestin alîkariya me bikin. Em kêfxweş in, ji ber wek çawa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina koçberên Kurd alîkar bûye, ji bo veguhestina meytê Evînê jî ji me re alîkar bû. Meytê Evînê ji Polonyayê ve bo Tirkiyê hat veguhestin, ji wê derê jî îro gihîşt Bexdayê û pişt re Hewlêr û niha ji Zaxo re hate şandin û îşev wê li goristana Zaxo bê veşartin.”

Herwiha Rîbar Ferîd destn3işan kiriye: “Hevjînê Evînê li gel zarokên xwe piştî Evîn koça dawî dike, ji ber xemgîniyê nikarîn careke din qesda Zaxo bikin û li kampeke Polonyayê mane û meytê Evînê îşev wê li goristana Zaxo bi amadebûna merivên wê û dayîk û bavê wê ve bê veşartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin