PeyamaKurd – Li Filîpînê, zewaca kesên temenê wan di bin 18an de, hat qedexekirin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya navneteweyî de cih girtine, di çarçoveya zagona Serokê Filîpinê Rodrigo Duterte îmze kiriye, destûra zewaca kesên temênê wan di 18an de, nayê dayîn.
Dewleta Filîpînê, ji ber zerarê dide nirxê kesayetî û rûmetê, zewaca bi zarokan re weke nebaşiyê dibîne.
Li gor zagona nû, kesên bi yên temenê wan di bin 18an de ye re bizewicin an jî bijîn, wê bi 12 sal zindanê û 40 hezar pesoyê Filipînê bê sizakirin.
Herwiha li Filîpînê ji bo hin civatên xwecihî ku zewaca zarokan berbelav e, destûra salekê hat dayîn.
Filîpîn, di dunyê di rêza herî zêde ya zewaca zarokan de, welatê 12emîn e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin