Serokkomarê Kazakistanê bi Putin re li ser rewsa dawî ya Kazakistanê axivî

Serokkomarê Kazakistanê bi Putin re li ser rewsa dawî ya Kazakistanê axivî

PeyamaKurd – Serokkomarê Kazakistanê Tokayev, bi Serokê Dewleta Rûsya Vladimir Putin re bi rêya telefonê axivî. Her du serok, li ser rewşa dawî ya Kazakistanê axivîn. Herwiha Tokayev ji Putin re got, rewşa welat hatiye seqamgîrkirin.

Serokê Dewleta Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Kazak Kasım Comert Tokayev, pêwendiyek telefonî li ser geşedanên tevgera tund ên berdewam ên li Kazakistanê pêk anîn. Li gor rayedarên Kremlînê diyar kirin, serokê Kazak, Putin di derbarê geşedanên dawî yên li Kazakistanê agahdar kiriye û daye zanîn, li welat rewş ber bi aramiyê ve dihere.

Herwiha Tokayev, ji ber di encama bangawaziya wî de hêzên aştiyê şandin, spasî li endamên Rêxistina Kolektîfa Peymana Ewlekariyê kir. Herî dawî ji bo piştgiriyê, Rûsya jî kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin