PeyamaKurd – Wezîfedarên alîkariya mirovî yên li Etîyopyayê ragihandine ku di nav welat de, kesên ji ser şûn û warên xwe hatine derxistin, li rojavayê bakûrê Tîgranê di kampê de hatine bicîh kirin û di êrîşa hewayî ya artêşê ya ji bo ser kampê de, 56 kes hatine kuştin û 30 kes birîndar bûne.
Wezîfedarên alîkariyê ji ber mafê wan tineye ku ji çapemeniyê re agahiyan bidin û ragihandine ku rêvebirên cîh bûyerê piştrast kirine. Birîndaran birine nexweşxana Şîre Şûlê û wezîfedarekî ku li wê derê seredana wan kiriye û nexwestiye navê xwe bêje gotiye ku di kampê de gelek jinên extiyar û zarok hene.
Berdevkê leşkerî albay Albay Getnet Adane û berdevkê hukumetê Legesse Tulu heya niha ti ragihandinê nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin