Balafirgeha Atakê ya Yemenê pistî 6 sala vebû

Balafirgeha Atakê ya Yemenê pistî 6 sala vebû

PeyamaKurd – Li Yemênê li bajarê Şebweyê balafirgeha bi navê Atakê piştî 6 sala cara ewiliye ku balafirekî kargoyê lê danî. Rêvebirê balafirgehê Salim Hamid Lemles ragihand ku dema Hûsiyan deverê xistine destê xwe, balafirgehê û cîhazan xerab kirine.

Lemles ragihand ku hinek pirsgirêkên teknîkî yên balafirgehê çareser kirine û îro balafirekî kargoyê qebûl kirine. Balafir barê alavên alîkariyê biriye balafirgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin