Serokê Parlamentoya Ewropayê ji ber nexwesiyeke giran koça dawî kir

Serokê Parlamentoya Ewropayê ji ber nexwesiyeke giran koça dawî kir

PeyamaKurd Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli îro li nexweşxaneyeke Îtalyayê, ji ber nexweşiyeke giran di 65 saliya xwe de koça dawî kir.

Li gor Berdevkê Serokê Parlamentoya Ewropayê Roberto Cuillo diyar kir, David Sassoli îro di saet 1:15 li nexweşxaneyeke bajarê Aviano yê Îtalyayê koça dawî kir.

Roberto Cuillo da zanîn, Sassoli ji ber nexweşiyeke giran, ji du hefteyan ve ye li nexweşxaneyê bû û di wê çend saetên bê de, dem û cihê veşartina meytê wî were diyarkirin.

Sassoli endamê Hevbendiya Pêşverû ya Çep a Sosyalîst û Demokratan bû ku duyemîn koma herî mezin a parlamentoyê ye, piştî Partiya Gel a Ewropayê ya rastgir a navendî.

Tê çaverêkirin, roja Sêşema hefteya bê, Parlamenterên Ewopayê ji bo hilbijartina kesekî li şûna Sassoli deng bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin