PeyamaKurd – Li Kampa Holê, DAIŞiyan êrîşî xala Heyva Sor a Kurd kirin û di encamê de xebatkarekî tenduristiyê qetil kirin.
DAIŞiyan êrîşî xala Heyva Sor a Kurd a li Kampa Holê ya Kantona Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirin.
Li gor zanyariyên ji kampê, du kesan xwe li nexweşiyê danîne û hatine xala tenduristiyê ya Kampa Holê ya ku zêdetirî 60 hezar kes lê dimînin.
Êrîşkaran êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed û di encamê de Mihemed can da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin