Fermandarê HSDê û YPJê bi Nadine Maenza re civiyan

Fermandarê HSDê û YPJê bi Nadine Maenza re civiyan

PeyamaKurd Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî û Fermandara YPJê Newroz Ehmed, pêşwazî li Seroka Komîsyona Azadiya Ol û Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê Nadine Maenza kirin.

Seroka Komîsyona Azadiya Ol û Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê (USCIRF) Nadine Maenza bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed re civiya.

Nadine Maenza li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê civîna bi General Mazlûm Kobanî û Fermandara YPJê Newroz Ehmed de peyamek belav kir û diyar kir, di civînê de rewşa emnî û astengiyên li ber Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û da zanîn: “Piştî ku ev herêm ji DAIŞê paqij kirin, rêveberiyek ava kirin ku azadiya olî û wekheviya zayendî diparêze.”

Maenza herwiha eşkere kir, wê pêşgotina Pirtûka `Keçên Kobanî` ya Gayle Tzemach Lemmon nivîsand û got: “Newroz Ehmed di `Keçên Kobanî` de cih girt. Ji bo min şanaziyeke mezin bû ku pêşgotinê binivîsim û têkoşîna wan a azadiyê ya li dijî DAIŞê û ji bo wekheviyê, vebêjim.”

Seroka Komîsyona Azadiya Ol û Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê (USCIRF) Nadine Maenza berî niha bi Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer re jî civiyabû û her du aliyan rewşa navçeyê û taybet rewşa azadiya olî û pêkvejiyanê ya li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin