PeyamaKurd – Li Iraqê aliyekî Erebên Şîe ku beşdarî bereya Îtar Tensîqî ye, gefa boykotkirina proseya siyasî dixwe.
Li gor Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewlet Yasa di hevpeyvîneke rojnemevaniyê de diyar kiriye, heger ji bo diyarkirina serokwezîr û pêkanîna hikûmeta nû proseya hilbijartina serokatiya parlamentoyê bibe pewêr, dûr nîne ew proseya siyasî li Iraqê boykot bikin.
Roja Yekşemê 09.01.2022an Parlementoya Iraqê di yekem civîna xwe de, Mihemed Helbûsî weke serokê Parlamentoya Iraqê hilbijartibû. Herwiha Hakim Zamlî û Şaxewan Ebdulla jî weke Cîgirên Serokê Parlamentoyê hatibûn hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye, di yekem civîna Parlamentoya Iraqê de alozî di navbera kutleyên Iraqê de derketibû
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin