PeyamaKurd – Li nahiya Qeretepe ya ser bi navçeya Xaneqînê, bi narincokan êrîşî mala kadroyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin.
Li gor Berpirsê Qeretepe yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Îbrahîm diyar kiriye, derengiya şeva borî du kesan bi motorsîkletê nêzîkî mala kadroyekî PDKê bûne û narincok avêtine nav malê.
Herwiha hatiye eşkerekirin, navê endamê PDKê Hesen Mihemed e û êrîş nebûye sedema ziyana canî û tenê zerar gihîştiye beşeke mala wî.
Kemal Îbrahîm daye zanîn, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolîna bûyerê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin