PeyamaKurd – Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, 3 endamên malbatekê ji ber belavbûna gaza xwezayî, di nav malê de can dan.
Malpera Dengê Şar li ser bûyerê îro 22.01.2022yê diyar kir, 3 endamên malbateke Seqizê li taxa Haciyawa ya Seqizê ji ber gaza xwezayî ya di boriyan de li mala wan belav bûye can dane.
Herwiha hatiye eşkerekirin, kesên bûne qurban 2 keçên 16 û 14 salî û kurekî 10 salî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin