Nêçîrvan Barzanî îro bi sandeke Lubnanî re civiya

Nêçîrvan Barzanî îro bi sandeke Lubnanî re civiya

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro bi şandeke Lubnanî ya bi Serokatiya Wezîrê Dadê yê Lubnanê Henry Khoury yê ku bi mebesta beşdarî roja dadweriya Iraqê bibe hatibû Iraqê re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de giftûgo li ser rewş û karûbarên dadgehan li Kurdistan, Iraq û Lubnanê hate kirin û tekezî li ser berfiretirkirina hevkarî û hemahengiya navbera dadgehên Kurdistan, Iraq û Lubnanê û fêde wergirtin ji ezmûna hev du hate kirin.

Herwiha di heman çarçoveyê de tekezî li ser girîngiya serxwebûna desthilata dadwerî weke bingeheke sereke ya dewletdariyê hate kirin.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Iraq û Lubnanê mijarên din yên civînê bûn û şanda mêwan bi awayeke kurt behsa hewldanên hikûmeta welatê xwe ya bo derbaskirina welat ji qirîzên heyî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî serdana şanda Lubnanî ya ji bo Iraq û Kurdistanê bi girîng wesif kir û hêvî xwest ku hevkarî û hemahengiya navbera her sê aliyan zêdetir bibe.

Serokê Herêmê herwiha bal kişand ser rola girîng ya kompanî û karsazên Lubnanî li Kurdistanê û qala rewşa penaberan li herêma Kurdistanê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin