Televizyona fermî ya Îranê hat hackirin: ‘Mirin ji bo Xamaney!’

Televizyona fermî ya Îranê hat hackirin: ‘Mirin ji bo Xamaney!’

PeyamaKurd -  Malpera fermî ya televizyona dewletê ya Îranê (IRIB) ji aliyê hackeran ve hat bidestxistin û li ser malperê bi deng diruşma, ‘Mirin ji bo Xamaney!’ hat danîn.

Di êrîşa sîberî ya ser malpera IRIB de, peyamên pesindariyê bo Rêxistina Mucahîdên Gel a Îran wan wekî terorîst dibîne, hatin parvekirin.

Dema malper hat hackirin weşana zindî ya beşa IRIB ya Kanal 1ê hat qutkirin.

Li ser malperê jî bi awayekî dengî diruşma ‘Mirin bo Xamaney!’, silav bo Recavî hat gotin.

IRIBê piştrast kir ku hin kalanên wan bo çend xulekan rastî êrîşeke sîberî ya hin aliyên nenas hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin