Mesrûr Barzanî: Kurdistan bûye penageha Xiristiyan û Êzîdiyên ji ber terorê ji Desta Neynawayê reviyane

Mesrûr Barzanî: Kurdistan bûye penageha Xiristiyan û Êzîdiyên ji ber terorê ji Desta Neynawayê reviyane

PeyamaKurdSerokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi Seroka Hungaryayê Katalin Novak re bi merasimekê Dibistana Melso ya Navdewletî li qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve vekir û gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de tekezî li ser giringiya sektora perwerdeyê kir ku weke karekî pêşîne yê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî piştevaniya hikûmeta xwe ji bo zêdetir kûrkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê dubare kir û got: “Herêma Kurdistanê bûye penageha Xiristiyan û Êzîdiyên ku ji ber metirsiya terorê ji Deşta Neynawayê reviyane.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, Herêma Kurdistanê pêşwaziya zêdetir ji du milyon welatiyên Iraq û Sûriyê kiriye, ew parastine û cihê jî ji wan re dabîn kirine ku ev pêngav bêyî piştevaniya civaka navdewletî jî bi zehmet bi nav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya amadebûna Seroka Hungaryayê Katalin Novak kir û da zanîn, Hungarya yek ji wan welatan bûye ku her tim alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.

Di beşekere din a gotara xwe de Serokwezîr behsa Enkawayê kir ku bûye civakeke geş ji bo pêkvajiyanê û bûye mînaka belavkirina pêkvejiyana aştiyane ku ev jî cihê şanaziyê ye.

Di derbarê vekirina Dibistana Melso ya Navdewletî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa rol û alîkariya hikûmeta Hungaryayê kir û tekezî li wê yekê kir ku giringîdan bi sektora perwerde, ji karên pêşîne ya vê kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo avakirina welatekî bihêztir.

Di berdewamiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ya tam ji bo her pêngavek ji bo pêşdebirina sektora perwerdeyê dubare kir û xweşhaliya xwe nîşan da ku berî du rojan, beşdarî di merasima danîna kevirê bingehîn a Zanîngeha Navnetewî ya Brîtanî li Hewlêrê bû.

Herwiha di derbarê girîngiya zanist û perwerdeyê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku zanist û perwerde motor û bingeha pêşketina welatê me ye ji bo çûna ber bi paşerojeke baştir ve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, giringîpêdana bi perwerdeyê baştirîn veberhênan e ku di gencên xwe de encam bidin, ji bo bi awayekî perwerde bikin ku bikarin di bazarên karê navxw û derve de hevrikiyê bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi damezirandina Desteya Bawerdayîna bi Saziyan û Bernameyên Perwerde û xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê kir, weke yek ji pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir giringîpêdan bi sektora perwerdehiyê û bilindkirina asta zanistî ya saziyên perwerdeyê li Herêma Kurdistanê.

Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Seroka Hungaryayê kir ku welatê wê di vekirina vê dibistanê de piştevan bûye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin