Seref: Wexta em ji ISID ê reviyan serok Barzanî got: “Em ê bi hevre bijîn û bi hevre bimrin”

Seref: Wexta em ji ISID ê reviyan serok Barzanî got: “Em ê bi hevre bijîn û bi hevre bimrin”

PeyamaKurd – Serpiskoposê bajarên Mûsil û Kerkûkê û hem serokê dêra Ortodoksan Mar Nicodemus Daoud Şeref, di wexta merasima vekirina dibistana li Eynkawa ya bi navê ‘Dibistana Meltho ya Navdewletî’ de axafitekî kir û got; dema IŞİD ê di sala 2014an de êrîşê Mûsilê kir, wan bi serok Barzanî re hevdîtin kirine û serok Barzanî li wan xwedî derketiye. Şeref got ku Barzanî ji wan re weha gotiye:

 “Em ê bi hevre bijîn û bi hevre bimrin. Hun li mala xwe ne û bi tenê nînin. Eger em bijîm em ê bi hevre bijîn û eger em bimrin em ê bi hevre bimrin. Me bi vê gotinê me hîs kir ku em ne bi tenê ne.

Paşî me bi serokwezîrê Macaristanê bi Victor Orban re hevdîtin kir û ji me re got ku hun bi tenê nînin. Em bi we re ne. Raste em li Ewrûpayê ne lê em bi we re heman tiştan hîs dikin. Dema bi me re alîkariyê kirin got ku ew alîkarî ji bo wan xaniyên ku İŞİD ê xerab kiriye ji bo tamîra wan e.”

Îro li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li navça Eynkawa bi tevlîbûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û seroka dewleta Macaristanê bi tevlîbûna Katalin Novak dibistana navdewletî ya Xîrîstiyanan ya bi navê Meltho bi merasim hat vekirin. Piraniya Eynkawa mesîhî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin