Mîsyona li Yemenê ya YA yê: Îhlalên ji dil yên mafên mirovan hene

Mîsyona li Yemenê ya YA yê: Îhlalên ji dil yên mafên mirovan hene

PeyamaKurd – Bi sedema 10 ê berfanbarê ku roja Mafê Mirovan ya Dinyayê ye, Misyona li Yemenê ya YA yê bi nivîskî daxwuyanî da û got ku li Yemenê îhlalên ciddî yên mafên mirovan hene. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di dema şerên li Yemenê de, li hemberê mafên mirovan û hûqûqa navdewletî îhlalên gelek mezin hene.

Di daxwuyaniyê de her cûre îhlalên mafê mirovan hatin şermezarkirin û got ku Yemenî heq kirine ku aştiya wan ya mayînde hebe û divê li mafên wan rêz bê girtin.

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê li Yemenê Hans Grundberg bi nivîskî ragihand û bang kir ku herkes xebatên xwe zêde bike da Yemenî bigihên dadweriyê, azadiyê û serbilindiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin